Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî: Pêwîst e Sûriyê bidarvekirinê pûç bike
Welat TV - Hewlêr
Piştî derketina biryara bidarvekirina Beşar, Mahir Esed, Atif Necîb û hejmarek berpirsên din ên rêjîma hilweşandî, Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî banga rakirina sizaya bidarvekirinê kir, wezareta Dadê ya Sûriyê bersiv da û got, biryarên dadwerî gavek in ji bo qerebokirina qurbaniyan.
Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî di daxuyaniyekê de got, Dadgeheke Sûrî biryara bidarvekirina Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed û berpirsê ewlehî yê berê Atif Necîb da û ev yekem sizaya ji vê cureyê ye ku desthilatdarên veguhêz yên Sûriyê, derdixin.
Rêxistinê got jî, da ku Hikûmet karibe rûpela azarên berê bitewîne, pêwîst e dadgehkirinên xiyabî nehêle, û sizaya bidarvekirinê jî pûç bike. Her weha da zanîn ku divê dûvçûna berpirsên tawanên mezin di serdema Esed de, bibe gaveke giring berev pêkanînan dadwerî û eşkerekirina rastiyan.
Li gorî Rêxistina Lêbûrînê divê ev dûvçûn li pêş dadgehên sivîl ên asayî bi rê ve biçin, bê ku sizaya bidarvekirinê were bikaranîn.
*Wezareta Dadê ya Sûriyê bersivê dide
Ji aliyê xwe ve Wezareta Dadê ya Sûriyê bersiva vê daxuyaniyê da û got, ew rêzê li guhdana rêxistinên mafnasî yên navdewletî bi doseyên dadwerî û mafên mirovan digirin, lê tişta di daxuyaniya rêxistina lêbûrînê de hatî, bi hûrbînî rêkarên di van dozan de hatî birêvebirin, diyar nake.
Da zanîn, Dadgehkirin li pêş dadgeheke tawanan a pispor û li ser destê dadwerên xwedî karîn û bi beşdariya qurbanî û nûnerên wan bi rê ve çûn.
Wezareta Dadê ya Sûriyê got, ji ber siruşta vê qonaxa niha li Sûriyê û tawan û binpêkirinên bi salan hatî kirin, li ser dewletê ferz e ku dadweriyê pêk bîne û berpirsên wan siza bide. Dadgehkirina di van dozan de mafê qurbaniyan û herweha mafê tometbaran jî li gorî yasayê diparêze.
Derbarê sizaya bidarvekirinê da zanîn ku ev siza di yasaya Sûriyê de pesendkirî ye, û ev sizayên derketî bûn cihê pêşwaziya Sûriyan weke gaveke giring a lêpirsîn û qerebokirina qurbaniyan.
*Aheng bi rê ve çûn
Li gel derketina biryara bidarvekirina hejmarek berpirsên rêjîma hilweşandî, aheng li çend deveran bi rê ve çûn, çavdêr jî dibêjin ev biryar westgeheke giring e ji bo çespandina dadwerî û serweriya yasayê û nameyeke ku dema rizgarbûnê ji sizayê, nemaye.