Hims.. Termê ciwanekî piştî zêdetirî heftiyekê ji bîrekê hate derxistin

Hims.. Termê ciwanekî piştî zêdetirî heftiyekê ji bîrekê hate derxistin

Welat TV - Hewlêr 

Piştî zêdetirî hefteyekê ji ketina ciwanekî di nava bîrekê de li gundewarê Himsê termê wî hate derxistin.

Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan ragihand ku tîmên wê, termê ciwanê ku li gundê Mixerem a Jorîn li gundewarê rojhilatê Himsê ketibû bîreke avê bi kûrahiya 40 metrî, derxist.

Wezareta Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan diyar kir, ew ciwan 4ê mehê ketibû bîrê, piştî agedarkirinê tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê lê ji ber tengbûna bîrê, karê wan bi zehmetî bi rê ve çû û ta şeva bûrî karîbûn termê wî ciwanî derxin.