Erdogan: Em rê nadin tu qewareyek li bakurê Sûriyê gefê li ewlehiya Turkiyê bixwe

Erdogan: Em rê nadin tu qewareyek li bakurê Sûriyê gefê li ewlehiya Turkiyê bixwe

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku rê nadin hebûna tu rêxistin an qewareyan li bakurê Sûriyê yan her beşekî wê yê din ku gefê li ewlehiya Turkiyê bixwe û yekîtiya Sûriyê ji wan re giring e.

Receb Teyib Erdogan ji rojnameya Şerq Ewset re da zanîn ku tevahiya deverê bacên mezin dan ji ber şer, teror û nebûna aramiyê li Sûriyê ku niha derbasî qonaxeke nû bûye.

Erdogan got jî ku ew li guhertina li Sûriyê weke xaleke dîrokî dinêrin û hêvîdar in ev qonaxa nû rê li pêş aştiyeke domdar û seqamgîriya li Sûriyê xweş bike, ku yekîtiya wê ji wan re giring e. 

Li gorî Erdogan, rê nadin hebûna tu rêxistin an qewareyan li bakurê Sûriyê yan her beşekî wê yê din ku gefê li ewlehiya Turkiyê bixwe.

Receb Teyib Erdogan her weha diyar kir ku ew ê bi erkê xwe rabin ji bo bicîkirina seqamgîriyê li Sûriyê û bihêzkirina aştiya herêmî.