Komîteya Navendî ya PDK-Sê li Qamişlo civiya

Komîteya Navendî ya PDK-Sê li Qamişlo civiya

Welat TV - Hewlêr 

Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê bi serperiştiya Sekretêrê PDK-Sê Mihemed Ismaîl civiya.

Li gor zanyariyên Welat TV di civînê de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên vê dawiyê li Serê Kaniyê, Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê rû dan hatin gotûbêjkirin.

Her weha rewşa Sûriyê bi giştî û dawî pêşhatên deverê hatin behskirin.