Nêçîrvan Barzanî: Proseya di navbera Şamê û HSD de baş bi rê ve diçe
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku wî ji Serokê Sûriyê Ehmed Şeri’ re tekezî li ser amadebûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Şamê û HSD de kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de li gel kenaleke Iraqî, got Proseya di navbera Şamê û HSD de baş bi rê ve diçe û Şeri’ di çareserkirinê de di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de, cidî ye.
*Rola Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê got jî di civîna li gel Şeri’ de tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê û amadebûnê ji bo alîkariyê di çareserkirina pirsgirêkên navbera HSD û Şamê de hate kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku miletê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve hêjayî jiyaneke baştir e.
Nêçîrvan Barzanî derbarê şêweya desathilatê li Sûriyê got, ew karê Sûriyan e û divê ew di navbera xwe de li ser li hev bikin.