UN: 1.7 milyon penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ta niha bêtirî 1.7 milyon penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê, û eger heye hejmar ji weha mezintir be.
Komsiyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan diyar kir ku piştî hilweşîna Rêjîma Esed 1.72 milyon penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê.
Komsiyonê da zanîn ku piraniya penbaberên vegeriyayî ji Şam, Gundewarê Şamê, Heleb, Hims, Hema û Der’ayê ne.
Komsiyonê di raporta xwe de got ku veger tenê ne çareserî ye, û divê cihên niştecîbûnê yên guncaw ji kesên vegeriyayî re werin peydakirin, û xizmetguzariyên sereke jî ji wan re dabîn bibin.