ENKS êrîşa ser nivîsgeha Serokwezîrên Herêma Kurdistanê şermezar kir
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî êrîşên ser nivîsgeha Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin.
ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku îro nivîsgeha Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê rastî êrîşan bi dronên Îranî hat, ku destdirêjî ye li ser serweriya Iraqê û ewlehî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û binpêkirin e ji yasaya navdewletî re.
Daxuyaniyê da zanîn: Êrîşên rêjîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê dikevin di çarçoveya gurkirina berdewam de û hewleke ji bo kêmkirina fişarên siyasî, abûrî û leşkerî yên ku Tehran rûbirûyî wan dibe.
ENKS bang li hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir ku helwesteke zelal û cidî bistînin ji bo rawestandina van êrîşan û misogerkirina rêzgirtinê li serweriya Iraqê û ewlehiyê Herêma Kurdistanê û parastina gelê wê.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got ku ev êrîş nikarin viyana serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û gelê wê ji nav bibin.
►Her weha bixwîne.. Bi 2 dronan êrîşî nivîsgeha Serokwezîrên Kurdistanê û cihê Rêveberê Parastinê hat kirin