Barrack êrîşa ser nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike: Nayên qebûlkirin

Barrack êrîşa ser nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike: Nayên qebûlkirin

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack êrîşa li ser nivîsgeha serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kir û diyar kir ku ew êrîş gefê li seqamgîriya deverê dixwe û nayê qebûlkirin.

Tom Barrack îro li ser tora civakî ”X” da zanîn: Em êrîşa li ser heval û hevbeşê xwe yê hêja, Mesrûr Barzanî, şermezar dikin, ev êrîşên li dijî hevparên me yên Kurd ku cihê baweriyê ne, nayên qebûlkirin.

Barrack got jî ku Emerîka êrîşên li dijî Kurdan, ku gefê li seqamgîriya deverê jî dixwin, qebûl nake.

Tom Barrack tekezî li ser piştgiriya temamî ji serokwezîrên Iraqê Elî Zeydî re kir ji bo vegerandina serweriya temamî ya Iraqê û misogerkirina mana çekan û hêzên ewlehî di bin desthilata dewleta Iraqî de.