Mêrxana Hecî di qehremaniya cîhanî ya hêzê ya ciwanan de yekem derket
Welat TV - Hewlêr
Keça Kurd Mêrxan Hecî ku ji nişteciyê Reqayê ye, 4 mêdalî di qehremaniya cîhanî ya hêzê ya ciwanan li Başûrê Ifrîqiya bi dest xistin û yekem li ser asta cîhanê derket.
Mêrxana Hecî ku bi bijardeya Sûriyê di qehremaniyê de beşdar bû, 3 mêdaliyên zêrîn û yek zîv bi dest xistin.
Mêrxana di pêşbirk û rêzbendiya giştî 3 mêdaliyên zêrîn bi dest xistin û mêdaliyeke zîv bi dest xist.
Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selama bi rêya peywendiyeke telefonî pîrozbahiya Mêrxana kir û tekezî li ser piştevaniya werzişê kir.
Serkeftina Mêrxana û bi destxistina wê ji 4 mêdaliyan re li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê deng vedaye.