Xebatkar Ismaîl Hemê li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Xebatkar Ismaîl Hemê li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Welat TV - Hewlêr

Li gundewarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê salvegera dehan a koçkirina xebatkar Ismaîl Hemê hate vejandin.

Duh li gundê Til Dîkê yê Dirbêsiyê salvegera dehan a koçkirina xebatkar Ismaîl Hemê hate vejandin.

Di merasîmên vejandinê de, hejmarek gotin li ser jiyan û xebata Hemê hatin pêşkêşkirin.

Xebatkar Ismaîl Hemê di gera duyem a Encûmena Niştîmanî ya Kurdî de bû serokê encûmenê û sekreterê berê yê Partiya Yekîtî Kurdistanî - Sûriya bû.

Xebatkar Ismaîl Hemê di18ê Tebaxa 2016an ji ber kirîzeke dil li Qamişlo koça dawî kir.