Israîl û Turkiyê daxuyaniyên tund derbarê Sûriyê arasteyî hev dikin
Welat TV - Hewlêr
Israîl û Turkiyê daxuyaniyên tund derbarê êrîşa Israîlê li ser balafirxaneya Ebû Zihûr a leşkerî li gundewarê Idlibê arasteyî hev kirin û li gorî şandiyê Emerîka bo Sûriyê, ew duh gavekê ji rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast di navbera Israîl û Turkiyê de dûr bûn.
Nivîsgeha serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu piştî rojekê ji êrîşa Israîlê li ser balafirxaneya Ebû Zihûr di daxuyaniyekê de ragihand û ku Sûriyê li ser mana hêzên Turkiyê li bingeheke esmanî li nêzîkî Helebê erê kiriye û bi wê yekê ew nêzîk bû ji binpêkirina lihvtêgihiştina bi Israîlê re derbarê rewşa ewlehî li Sûriyê.
*”Em ê bi tundî bersiva her gefekê li ser ewlehiya xwe bidin”
Daxuyaniyê da zanîn: Israîlê gelek caran hişyarî daye Sûriyê ku belavbûna hêzên Turkiyê li Sûriyê dê gefê li ewlehiya Israîlê bixwe, lê Sûriyê ew hişyarî paşguh kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Israîl dê bi tundî bersiva her gefekê li ser ewlehiya xwe bide û pêşwaziyê li vegerê bo lihevtêgişhiştina ewlehî derbarê rewşê li Sûriyê dike.
*”Em rê nadin ku seqamgîriya Sûriyê were têkdan”
Bazineya Peywendiyan a Turkiyê jî bersiva Israîlê da û da zanîn ku behaneyên Israîlê ne cidî ne û ew dixwaze rewatiyekê bide êrîşên xwe yên esmanî ku serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê armanc dikin.
Li gorî Bazineya Peywendiyan a Turkiyê, ew ê bi awayekî yasayî alîkaiya Sûriyê bike ji bo bicîkirina ewlehî û seqamgîriya wê û ew rê nadin ku seqamgîriya wê were têkdan.
*”Israîl û Turkiyê gaveke dûrî rûbirûbûneke leşkerî bûn”
Di vê derbarê de, kenala 15 a Israîlê li ser zarê Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack da zanîn ku ew duh yek gavê ji rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast di navbera Israîl û Turkiyê de dûr bûn.
*”Em li dijî êrîşa Israîlê ne”
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarric jî dilgiraniya xwe ji êrîşa Israîlê li ser balafirxaneya Ebû Zihûr nîşan da û got: Em li dijî wan êrîşan in.
Girjiyên di navbera Israîl û Turkiyê de derbarê Sûriyê berfireh dibin, li gorî çavdêran her aliyekî ji wan dixwaze ku hejmûna xwe li Sûriyê berfireh bike û ev yek hikûmeta Sûriyê dixe bin fişaran û bandoreke xerab li serweriya wê dike.