Bakur Rojavayê Sûriyê.. Welatî banga hilweşandina ”Tehrîr Elşam” dikin
Welat TV – Hewlêr
Xwepêşandanên li dijî ”Desteya Tehrîr Elşam” li Bakur Rojavayê Sûriyê berdewam in.
Li kamp, bajar û bajarokên ser bi parêzgehên Idlib û Helebê ve, xwepêşandan li dijî ”Desteya Tehrîr Elşam” û fermandarê wê Ebû Mihemed Elcolanî hatin lidarxistin, welatiyan banga hilweşandina desteyê û serbestberdana girtiyan kir.
Li bajarokên Selqîn û Xirbet Elcoz li gundewarê Idlibê, pevçûn di navbera xwepêşander û endamên ”Tehrîr Elşam” de derketin û ziyanên madî hatin tomarkirn.
25ê Sibatê, piştî çend rojan ji eşkerebûna kuştina endamekî koma “Ceyş Elehrar” di bin êşkenceyê di girtîgehên ”Tehrîr Elşam” de, xwepêşandan li bajarê Sermeda li gundewarê Idlibê hatin lidarxistin û welatiyan banga sizakirina berpirsên vê binpêkirinê kir, pişt re xwepêşandan berfireh bûn û banga rûxandina desteyê kir.