Cordone: Divê Israîl rêzê li rêkeftina 1974an bigire

Cordone: Divê Israîl rêzê li rêkeftina 1974an bigire

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê Şandiyê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Claudio Cordone ragihand ku êrîşa Israîlê li ser balafirxaneya Ebû Zuhûr a leşkerî li gundewarê Idlibê girjiyeke cihê mixabiniyê ye û divê rêya diplomatîk were hilbijartin.

Claudio Cordone li ser tora civakî “X” da zanîn: ”Êrîşa Israîlê ya ku bingeha Ebû Zuhûr a esmanî armanc kirî girjiyeke cihê mixabiniyê ye di êrîşên Israîlê de li ser Sûriyê”.

Cordone got jî ku divê rêya dipolmatîk were hilbijartin li gel rêzgirtina temamî ji serweriya Sûriyê û selametiya xaka wê re.

Claudio Cordone her weha banga rêzgirtinê li rêkeftina agirbestê ya sala 1974an û biryarên encûmena ewlehî di vê derbarê de kir.

 

►Her weha bixwîne.. Israîl û Turkiyê daxuyaniyên tund derbarê Sûriyê arasteyî hev dikin