Aliyên hikûmî serdana beşê Kurdî di nava çalakiyên Festîvala Şevên Helebê de dikin
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Helebê, rêveberê devera Efrînê û rêveberê devera Kobaniyê serdana beşê Kurdî di nava çalakiyên Festîvala Şevên Helebê de kir.
Şeva bûrî, parêzgarê Helebê Ezam Xerîb, rêveberê devera Efrînê Xêro Dawûd û rêveberê devera Kobaniyê Ibrahîm Mislim beşdarî di çalakiyên gera duyem a Festîvala Şevên Helebê de kir û serdana beşê Kurdî kir.
Beşê Kurdî di festîvalê de, nimayişên cilûbergên Folklorî û tabloyên hunerî, her weha xwarinên folklorî, û birgeyên muzîk û dîlanên folklora Kurdî jî hene.
Gera duyem a Festîvala Şevên Helebê yên Çandê, li Keleha Helebê duh dest pê kir û îro bi dawî dibe.