Şeybanî: Sûriyê tevlîbûna bo rêkeftina Mekê ya beravniya hevbeş dinirxîne
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derveyê yê Sûriyê Es´ed Şeybanî ragihand ku hîn zû ye ji gotûbêjkirina rêkeftineke stratejîk bi Israîlê re û ew tevlîbûna bo rêkeftina Mekê ya Beravniya Hevbeş dinirxînin.
Es´ed Şeybanî ji ajansa Anadolu re da zanîn ku Sûriyê tevlîbûna bo rêkeftina Mekê ya Beravniya Hevbeş dinirxîne, lê hîn tu biryar di vê derbarê de nestandiye.
Şeybanî got jî ku Turkiyê hevparekî sereke ye di dubare avakirina Sûriyê de û tekez kir ku Sûriyê welatekî xwedan serwerî ye û nabe Israîl destwerdanê di hevparî û hevkariyên wê de bike.
Li gorî Şeybanî, hîn zû ye ji gotûbêjkirina rêkeftineke stratejîk bi Israîlê re û rawetandina êrîşên Israîlê xala herî sereke ye di dema niha de.
7ê vê mehê, Siûdiyê, Turkiyê û Pakistanê rêkeftineke berevaniyê bi navê rêkeftina Mekê ya Beravniya Hevbeş îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê her êrîşek li ser welatekî ji wan êrîş e li ser hersê welatan.
►Her weha bixwîne.. Siûdiyê, Turkiyê û Pakistanê rêkeftineke berevaniyê îmze kir