Kadir û lîstikvanên tîmên jin û keçan dest ji (Yaneya Qamişlo Sport) berda

Kadir û lîstikvanên tîmên jin û keçan dest ji (Yaneya Qamişlo Sport) berda

Welat TV - Hewlêr

Kadirên teknîkî û birêvebirinê yên tîmên jin û keçan (Nûciwanan) yên yaneya Qamişlo Sport ku navê wê berê Hîlal bû, dest ji yaneyê berda, û lîstikvanên herdu tîman jî ji yaneyê derketin.

Kadirên teknîkî û birêvebirinê yên tîmên jin û keçan yên yaneya Qamişlo Sport di daxuyaniyekê de ev yek ragihand û got, Em gihane wê baweriyê ku hin kes hene dixwazin em bi tenê amraz bin di bin fermana wan de, dûrî hevparî û rêzgirtinê.

Daxuyaniyê da zanîn, Em bûne qurbaniyên berjewendiyên teng di hundir yaneyê de, û danpêdana rasteqîne bi hebûna jinan û destkeftên me nehate kirin.

Di destpêka vê mehê de tîma jinan a yaneyê pileya duyem di qehremaniya rojavayê Asiya de bi dest xistibû, her weha di nîsanê de bo Sêyem car li pey hev bûbû qehremanê xula topa pê ya Sûrî ya jinan.