Tom Barrack: Hîn Israîl Colana Sûrî dagîr dike

Tom Barrack: Hîn Israîl Colana Sûrî dagîr dike

Welat TV - Hewlêr

Berevajî danpêdana Trump bi serweriya Israîlê li ser Colanê, şandiyê taybet yê Emerîkayê bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack ragihand ku hîn Israîl Colana Sûrî dagirî dike.

Tom Barrack di hevpeyvînekê de got, hîn Israîl Colana Sûrî dagirî dike û ev yek berevajî biryarên Netewên Yekbûyî û sîstema navdewletî ye ku tekez dikin ku Colan Xaka Sûriyê ye.

Danpêdan bi serweriya Israîlê

Di sala 2019an de Trump fermaneke bicîkar îmze kiribû û danpêdan bi serweriya Israîlê li ser bilindahiyên Colanê kir.

Trump got, em danpêdana temam ya Israîlê li ser Colanê ku xwedî cihekî stratecîk û ewlehî yê giring e, radigihînin.