Qamişlo.. Koçberkiriyên Şehba xwepêşandanek bi rê ve bir

Qamişlo.. Koçberkiriyên Şehba xwepêşandanek bi rê ve bir

Welat TV - Hewêr

Piştî ku hêzên ewlehiya Navxwe yên Sûriyê ew agahdar kirin ku di 24 demjimêran de divê dibistanên ku lê dimînin, vala bikin, koçberkiriyên Şehba yên ku li dibistanan li bajarê Qamişlo dimînin, derketin xwepêşandanekê. 

Xwepêşanderan ji aliyên Pêwendîdar xwestin ku vegera wan a ewleh bo malên wan were dabînkirin. Her weha wan red kir ku dibistanan vala bikin bêyî ku cihê manê yên cîgir û garantiyên ewlehiyê ji bo wan werin pêşkêşkirin.

Xwepêşanderan tekez kir ku beriya valakirina dibistanan, divê cihên cîgir ji bo niştecîbûna wan werin dabînkirin û ewlehiya wan bê gerentîkirin.

Li gorî xalên rêkeftina 29ê Çileyê divê tevaya koçberkiriyan vegerin warê xwe, lê ta niha ew xal bi temamî neçûye serî.