Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li derxistina Sûriyê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li derxistina Sûriyê ji lîsteya Emerîka ya welatên piştevan ji terorê re, kir.
Nêçîrvan barzanî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pêşwaziyê li biryara Emerîka ya ku Sûriyê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re derxistî, dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku derxistina Sûriyê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re gaveke girîng e ji bo piştgiriya başbûn, seqamgîrî û pêşketina Sûriyê.
Nêçîrvan Barzanî got jî: Hêvîdar in ku ew gav alîkar be di avakirina pêşerojeke ewleh de ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê parastî bin.
Nêçîrvan Barzanî her weha hêvî kir ku ew gav asoyên berfirehtir li pêş Sûriyê veke ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.
أرحب بقرار الولايات المتحدة الأمريكية رفع اسم سوريا من قائمة الدول الراعية للإرهاب، وهي خطوة مهمة لدعم تعافي سوريا واستقرارها وازدهارها، وتعزيز عودتها إلى دورها الطبيعي في المنطقة والعالم.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 25, 2026
نأمل أن تسهم هذه الخطوة في بناء مستقبل آمن يحفظ حقوق جميع مكونات سوريا، ويفتح آفاقًا أوسع…