HSD bi fermî hate hilweşandin

HSD bi fermî hate hilweşandin

Welat TV - Hewlêr 

Piştî nêzîkî 11 salan, HSD bi fermî hate hilweşandin êdî rola HSDê nema, fermandarê wê Mezlûm Ebdî ev yek di gotarekê de ji koşka Gel li Şamê ragihand.

Ebdî duh 25ê Tebaxa 2026an, got, piştî rêkeftinê bi serok Şeri´ re, û bidawîbûna tevîlîbûnê em hilweşandina HSDê radighînin.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê pêşwazî li hilweşandina HSDê kir û da zanîn, ev gaveke dîrokî ye li ser hemû astan, her weha hilweşandina HSDê dikeve di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya bûrî de ku di navbera serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk HSD, di 10 Cotmeha 2015an de hatibûn damezrandin.