Kovara Mecela hûrgiliyên civîna Şeri´ û Ebdî belav dike
Welat TV - Hewlêr
Hin jêderên Sûrî û rojavayê xalên civîna serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û Mezlûm Ebdî eşkere kirin û diyar kir ku Mezlûm Ebdî dibe şêwirmendê Şeri´ û Turkiyê piştî hilweşandina HSDê rakirina Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê dinirxîne.
Wan jêderan ew yek ji kovara Mecela re ragihand û diyar kir ku duh Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî 2 civînên kar li gel Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed li dar xisitn û li ser hevdîtinê bi Ehmed Şeri´ re li koşka Gel û ragihandina hilweşandina HSDê û Rêveberiya Xweser hate lihevkirin.
*Li ser asta postan
Derbarê wergirtina postan piştî ragihandina hilweşandina HSDê, kovarê da zanîn ku Mezlûm Ebdî dê bibe Şêwirmendê Şeri´ û behsa wê yekê hate kirin ku desthilatên wî karûbarên pêkhateyan an Kurdan dê li xwe bigirin.
Elhma Ehmed ji aliyê Şeri´ ve weke endama encûmena gel an jî, cîgir an alîkar an mazina şêwirmendên Wezîrê Derve tê destnîşankirin.
*Li ser asta leşkerî
Wan jêderan ji kovarê re diyar kir ku li ser tevlîkirina 1500 endamên YPJ bo hêzên ewlehiya navxwe li deverên bakurê rojhilatê Sûriyê hate lihevkirin û Şamê soz daye ku tevlîbûna endamên YPJ bo artêşa Sûriyê di qonaxên bên de were behiskirin.
Her weha temakirina tevlîbûna endamên HSDê di 4 lîwayan di nava artêşa Sûriyê de, ku niha her lîwayek ji wan 1300 serbazî li xwe digire û hîn hejmarek endam li benda erêkirina hikûmetê ne ji bo tevlîbûnê ku prose ji bo tevlîkirina wan û 1700 şekdarên din berdewam e.
Kovarê got jî, li ser belavbûna hin yekîneyên Kurdî li ser sînor hate lihevkirin bê ku wan yekîneyan an sînor bi nav bike.
*Li ser asta zimanê Kurdî
Kovarê da zanîn jî ku biryrarek fermî derdikeve û tê de Zimanê Kurdî weke zimanekî fermî tê ragihandin û waneyên tiyorî û zimên bi Kurdî tên xwendin.
*Peywndiyên bi Turkiyê re
Li gorî kovarê, Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed serdana Turkiyê dikin ji bo dîtina Ebdila Ocelan, ku dibe ew gav alîkariyê di pêvajoya derketina wî ji zindanê de bike her weha wergirtina piştgiriyê ji Ocelan ji piroseya tevlîbûnê re.
Jêderan ji kovarê re diyar kir jî ku Turkiyê rakirina navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê dinirxîne, ku beriya demekê navê Semîr Oso ji lîsteya terorê rakiribû.
Ev xalên ku behsa wan tê kirin ji aliyê jêderên Sûrî û rojavayî ve bo kovarê hatine eşkerekirin lê hîn aliyên fermî yên hikûmeta Sûriyê tu daxuyanî di vê derbarê dernexistine û eger heye di demeke nêzîk de hin xalên civînê bi fermî werin ragihandin.