Neteweyên Yekgirtî pêşwaziyê li hilweşandina HSDê dike
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Şandiyê Emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Kilawdiyo Kordonî pêşwazî li hilweşandina HSDê kir.
Caludio Cordone îro di daxuyaniyekê de pêşwazî li hilweşandina HSDê û berdewamiya pêşketinê di proseya ewlehî û rêveberî de li bakur Rojhilatê Sûriyê kir.
Cordone her weha diyar kir ku, ew hêvîdar in gavên zêdetir werin avêtin ji bo temamkirina bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê.
I welcome the announcement of the dissolution of the SDF & continued progress on security and administrative integration of northeast Syria. Look fwd to further steps to complete the implementation of 29 January 2026 agreement. @UNEnvoySyria @UNinSyria @UNDPPA
— Claudio Cordone (@claudio_cordone) August 26, 2026
Welatên deverê jî pêşwazî li biryara hilweşandina HSDê kir û diyar kir ku ew gav dê ewlehî û aramiyê li Sûriyê pêk bîne.
Mezlûm Ebdî duh 25ê Tebaxa 2026an, di gotarekê de li Koşka Gel li Şamê ragihand: Piştî rêkeftinê bi serok Şeri´ re, û bidawîbûna tevîlîbûnê em hilweşandina HSDê radighînin.