Sûriyê û Siûdiyê rêkeftineke veguhestina esmanî îmze kir
Welat TV - Hewlêr
Sûriyê û Siûdiyê rêkeftink ji bo bihêzkirina hevkariya hevbeş di warê balafirvaniya sivîl de îmze kir.
Îro serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûriyê Umer Huserî û Wezîrê Veguhestin û Xizmetguzariyên Lojistîk ê Siûdiyê Salih Bin Nasir rêkeftineke veguhestina esmanî li Şamê îmze kir.
Desteya Balafirvaniya Sivîl di daxuyaniyekê de ragihand ku ew rêkeftin ji 37 babetan pêk tê û çalakiyên cuda yên karta balafirvaiyê li xwe digire.
Umer Huserî da zanîn ku ev rêkeftin nûjenkirin e ji bernameya rêxistinkirina kar û hevkariyê di karta balafirvaniyê de ya sala 2007an, ku li gorî pirensîpa esmanê vekirî li pêş veguhestina esmanî di navbera herdu welatan de kar dike.
Piştî hilweşandina rêjîma Esed di 8ê Berçileya 2024an de, geştên esmanî di navbera herdu welatan de piştî 12 salan ji rawestiyanê careke din dest pê kir.