36 sal in dengbêjê gelerî Rif’et Darî koça dawî kiriye
Welat TV - Hewlêr
Îro 36 sal di ser koça dawî ya dengbêjê gelerî Rife’t Darî re derbas dibin.
Darî yek ji dengbêjên Kurd ên navdar e, di sala 1934an de li gundê Darê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de bi malbata xwe re hate Rojavayê Kurdistanê.
Dengbêj Rife’t Darî bi stranên dastan, çandî, evîn û çîrokên şer navdar bû, ji wan stranan, Fatima Salih Axa, Besna Xelîl, Hemdîn û Şemdîn, Sînema Amûdê û Siwaro.
Zêdetirî 35 stranên Rife’t Darî yên taybet hene, her weha bi dehan stranên folklorî yên ku bi şêweya xwe ya cuda gotine.
Di 27 tebaxa 1990 de di temenê 56 saliyê de li Qamişlo koça dawî kir û li goristana taxa Hilêliyê bi xakê hate spartin.