Hîlalî: Êdî petrola xav bo kompaniya Cizîrê nayê şandin û hikûmetê şûngirên guncaw dibîne
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Parêzgarê Hesekê ragihand ku êdî petrola xav ji kompaniya Cizîrê re nayê şandin û hikûmet kar dike ji bo dabînkirina şûngirên guncaw da ku bandor li xizmetguzariyan nebe.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ji Welat TV re ragihand ku rêkeftina şandina petrola xav ji kompaniya Cizîrê re 10 Tebaxê bi dawî bû û hikûmet kar dike ji bo dabînkirina sotemeniyê ji Hesekê re.
Ehmed Hîlalî da zanîn ku piştî bidawîbûna dema rêkeftinê, ji ber rewşa deverê û pêwîstiya xelkê bi sotemeniyê şandina petrola xav bi awayekî demkî berdewam kir.
Hîlalî got jî rawestandina şandina petrola xav ji kompaniya Cizîrê ya HSDê re tê piştî hilweşandina HSD û “Rêveberiya Xweser”.
Li gorî Hîlalî, hikûmet kar dike ji bo dabînkirina şûngirên guncaw da ku bandor li xizmetguzariyan nebe, nexasim xizmetguzariyên elekitrîk û nanxaneyan.