Kirêya veguhestinê di navbera Dêrik, Qamişlo û Hesekê de bilind bû

Kirêya veguhestinê di navbera Dêrik, Qamişlo û Hesekê de bilind bû
Kirêya veguhestinê di navbera Dêrik, Qamişlo û Hesekê de bilind bû

Welat TV - Hewlêr

Kirêya veguhestina rêwiyan di navbera Dêrik, Qamişlo û Hesekê de hate bilindkirin.

Jêderine taybet ji Welat TV re da zanîn ku kirêya veguhestinê ji Dêrikê ta Girkê legê ji 7000 leyreyên Sûrî bo 15.000an hate bilindkirin.

Her weha kirêya veguhestinê ji Girkê legê ta Qamişlo ji 12.000 bo 30.000 hate bilindkirin.

Ji Dêrikê ta bajarê Hesekê jî kirê ji 35.000 leyreyên Sûrî bo 70.000 hate bilindkirin.

*Sedemên bilindbûnê

Li gorî jêderan, ev yek bi sedema birîna mazota xizmetguzarî li ser parêzgeha Hesekê ye.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ji Welat TV re ragihandibû ku petrola xav ji kompaniya Cizîrê re nema tê şandin û hikûmet kar dike ji bo dabînkirina şûngirên guncaw da ku bandor li xizmetguzariyan nebe.