Li Qamişlo û gundewarê wê helmeteke derzîlêdanê ji bo zarokan dest pê kiriye

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê dest bi hilmeteke derzîlêdanê ji bo nexweşiyên Sorik û iflîca zarokan kir.

Helmet gelek deveran li xwe digire, Qamişlo û Hesekê jî di nav de ne.

Devera Qamişlo ya Tenduristî ji Welat TV re diyar kir ku wan ji vê helmetê 72 tîm amade kirine, da ku derkevin nava Qamişlo û gundên derdora wê:

"helmet 10 rojan berdewam dike û zarokên temenên wan ji rojekê ta 5 salan li xwe digire".

Welatiyên ku zarokên xwe tînin ji bo derzîlêdanê ji Welat TV re kêfxweşiya xwe bi helmetê derbirand û got: Di salên şer de helmetên weha kêm bûn û paşguhkirin hebû. Hêvî dikin ku tenduristiya zarokên me were parastin".

Di salên bûrî de, xizmetguzariyên karta tenduristiyê li Qamişlo û gundewarên wê lawaz bûn, welatî jî piştî destpêkirina helmeta derzîlêdanê çaverêya gavên mezintir û xizmetguzariyên tenduristiyê yê baştir dikin.