Cotkarên Qamişlo ji derengketina pereyên genim bigazin in
Welat TV - Hewlêr
Cotkarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji mîkanîzma dana pereyên genim ji aliyê hikûmetê ve bêzar û bigazin in.
Piştî keda salekê û radestkirina hemû berhema genim bo hikûmetê çavê cotkaran li wê yekê bû ku hikûmet pereyên wan bide, da ku ew jî karibin têçûnên demsalê bi dest bixin û qerzên xwe bidin.
Cotkarên Qamişlo ji Welat TV re diyar kir ku "bi derengketina dana pereyên genim, û dana wan pereyan bi şêweyê qistan, ew rastî pirsgirêkên civakî dibin û rewşa wan xerab bûye".
Cotkarekî got: "Me hemû pêdiviyên xwe bi qerz anîne û niha ew qerdarê gelek aliyan in. Em daxwaza peydakirina pereyên nû li bazaran dikin ji bo sivikirina barê welatiyan.
Bang li hikûmetê dikin, pereyên berhema genim di zûritîn dem de bide, û vê pirsgirêkê çareser bike da ku ew jî karibin qerzên xwe bidin".
Piştî radestkirina hemû berhemên xwe û tevî nerazîbûna wan ji nirxên ku hikûmetê destnîşan kiribûn, çavê cotkaran li wê yekê ye ku pereyên xwe wergirin. Cotkar ji mîkanîzma dana pereyan bi qist ne razî ne û daxwaz dikin ev pirsgirêk were çareser kirin da ku rê li çêbûna pirsgirêkên civakî were girtin û ew jî karibin amadekariyên demsala nû bikin û li ser karê xwe berdewam bin.