Hesekê.. Serederiya bi diravên kevin û derbaskirina diravên nû bo bazarê hate gotûbêjkirin

	Hesekê.. Serederiya bi diravên kevin û derbaskirina diravên nû bo bazarê hate gotûbêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li gel rêveberiyên peywendîdar û diravguheran serederiya bi diravên kevin û derbaskirina diravên nû bo bazarê gotûbêj kir.

Prêzgeha Hesekê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Nûredîn Ehmed bi hejmarek diravguher û kesên ku karûbarên diravî û bankî dikin re civiya, û rêveberê bazirganiya Hundirîn, rêveberê postê û nûnerên banka navendî ya Sûriyê li parêzgehê jî di civînê de beşdar bûn.

Daxuyaniyê diyar kir ku di civînê de mîkanîzmên bidawîkirina serederiya bi diravên kevin hatin gotûbêjkirin ji bo rêxistinkirina karûbarên diravî û asankirina derbasbûna diravên nû bo bazaran.

Li gorî parêzgehê, Ehmed tekez kir ku ew ê tîbîniyên kesên beşdar di civînê de bigihîne aliyên peywendîdar ji bo bidawîkirina serederiya bi diravên kevin li gorî mîkanîzmeke guncaw ku berjewendiyên welatiyan misoger dike.

Ev civîn di demekê de ye, ku diravên nû li bazarên Cizîrê kêm tên dîtin û welatî rastî pirsgirêkên mezin tên ji ber vê yekê.