Karwanekî hêzên Ewlekariya Navxwe gihişte bajarê Hesekê
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Sûriyê derbasî bajarê Hesekê bûn û li xalekê nêzîkî bajêr bi cih bûn.
Îro karwanekî mezin ê hêzên Ewlekariya Navxwe ji aliyê dewara Parorama li baûşrê Hesekê ve derbasî bajêr bûn û li kampa ku bi navê kamap Telayi' tê naskirin, bi cih bûn.
Li gor zanyariyan, di herdu rojên bên de karwanekî nû yê Ewlekariya Navxwe dê bigihe parêzgeha Hesekê û dê berê xwe bide bajarên Qamişlo, Rimêlan û Dêrikê ta dergehê Sêmalka yê Sînorî.
Duh jî hêzeke Polîsên Leşkerî yên Wezareta Navxwe ya Sûriyê gihitştibû bajarê Hesekê û amadekarî ji bo derbasbûna Ewlekariya Navxwe bo bajêr kiribûn, û niha jî li gorî zanyariyan ew hêz li nava avahiyekê li taxa Mişêrifê bi cih bûye.