Nirxên mirîşkan li bazarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daketin
Welat TV - Hewlêr
Pitşî derketina biryara vekirina hawirdekirina mirîşkan li Sûriyê, nirxê kîloya mirîkan nêzîkî 10.000 leyreyên Sûrî yên kevin daket.
Îro li bazarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nirxê kîloya mirîşakn ku duh bi derdora 47.000 leyreyên Sûrî bû, daket 37.000 L.S.
Li gor şopîneran, daketina di nirxan de ji aliyê xwediyên medceneyan ve hatiye, da ku mirîşkên li cem xwe bifiroşin beriya ku mirîşkên hawirdekirî dakevin bazarê ku dê bibin sedema arzaniyeke berçav di nirxên mirîşkan de.
Tê pêşbînkirin ku kîloya mirîşkan di çend rojên bê de dakeve 25.000 leyreyên Sûrî.
Ev demek bû nirxê tona mirîşkan gihiştibû nêzîkî 3000 dolarên Emerîkî, û barekî mezin li ser milê welatî, xwediyên dukanên mirîşkan herweha xwarnigehan çêkiribû û bûbû kirîz.