Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê: Sala xwendinê ya nû nehatiye paşxistin

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê: Sala xwendinê ya nû nehatiye paşxistin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ragihand ku sala xwendinê ya nû nehatiye paşxistin.

Rêveberê Bazineya Ragihandinê di Wezareta Perwerdeyê de Hemze Horiye ji ajansa Sana re da zanîn ku nûçeyên derbarê paşxistina destpêkirina sala xwendinê ya nû bo 19ê Êlûnê dûr ji rastiyê ne.

Hemze Horiye diyar kir ku zaniyariyên girêdayî perwerde û xwendinê bi tenê bi rêya malperên fermî yên Wezareta Perwerdeyê tên belavkirin.

Ev daxuyanî tê piştî belavbûna gotegotan li ser torên civakî derbarê paşxistina sala nû ya xwendinê bo 19ê Êlûnê.

Beriya niha Wezareta Perwerdeyê ragihandibû ku sala nû ya xwendinê 6ê Êlûnê dest pê dike.