Behsa doza Kurdî hate kirin.. PDK-S semînareke cemawerî li Babê li dar xist
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya semînareke cemawerî li gundê Şêx Cerah li devera Babê li gundewarê Helebê li dar xist, tê de behsa doza Kurdî li Sûriyê hate kirin.
Îro PDK-S semînareke cemawerî li gundê Şêx Cerah li dar xist, semînar ji aliyê serkirdeyê PDK-Sê Horo Osman ve hate pêşkêşkirin.
Di semînarê de, behsa doza Kurdî û dawîn pêşhatên siyasî li deverê hate kirin û soza vekirina navendeke çandî ji bo fêrkirina zimanê Kurdî hate dan.
Bi dehan kes ji xelkê gundên Şêx Cerah, Til Betal, Dudiyan û Ni´man di semînarê de beşdar bûn.
Li devera Babê li gundewarê Helebê zêdetirî 80 gundên Kurdan hene û xelkê wan gundan girêdayî kurdbûna xwe ne.