Nirxê Ampêra 24 demjimêran li Qamişlo bû 45 dolaran
Welat TV - Hewlêr
Nirxê Ampêra elekitrîkê ya 24 demjimêran li Qamişlo bo 45 dolaran hate bilindkirin û elekitrîka ceneratoran ji ser gelek welatiyan tê birîn.
Jêderên xwecihî ji Qamişlo ji Welat TV re da zanîn ku duh nirxên ampêrên elekitrîka ceneratoran li Qamişlo hatin bilindkirin û welatiyên ku nikarin pereyan bidin elekitrîk ji ser malên wan tê birîn.
Li gorî jêderan, nirxê ampêra 14 demjimêran bo 25 dolaran hate bilindkirin û nirxê ampêra 24 demjimêran bo 45 dolaran hate bilindkirin.
Wan jêderan diyar kir ku bilindkirina nirxên ampêran dê bandorê li nirxên kelûpelan li bazarê bike ji ber ku têçûnên xwediyên dukanan zêde dibin.
Bilindkirina nirxên ampêran li Qamişlo tê piştî rawestandina belavkirina mazota xizmetguzarî li Cizîrê, ku êdî xwediyên ceneratoran mazotê ji bazarê bi nirxên girantir dikirin.
Hikûmet jî dibêje ew kar dike li ser çareserkirina kirîzê û dabînkirina mazotê ji deverê re.