Rê li pêş tevgera tankerên petrolê li Tirbespiyê hate girtin

Rê li pêş tevgera tankerên petrolê li Tirbespiyê hate girtin

Welat TV - Hewlêr

Rê li pêş tevgera tankerên petrolê li duriya Tirbespiyê li ser rêya navdewletî li rojhilatê Qamişlo hate girtin.

Îro rê li pêş tevgera tankerên petrolê li duriya Tirbespiyê hate girtin û bi dehan tankerên petrol rwestiyane.

Hin jêder dibêjin rê ji aliyê xelkê deverê ve hatiye girtin weke nerazîbûnekê li ser bilindbûna nirxê mazotê û kêmbûna wê li bazaran.

Jêderine din jî dibêjin: Kesên rê girtî karmendên ku ji kar di zeviyên petrolê de hatine dûrxistin.

Petrola xav ji deverên Cizîrê rojane bi rêya tankeran berev parzûngeha Baniyasê li parêzgeha Tertûsê tê veguhstin.

Xelkê devera Cizîrê piştî rawestandina belavkirina mazota xizmetguzarî li deverê nerazî ne û hikûmet dibêje ew kar dikin ji bo dabînkirina mazotê.

►Her weha bixwîne.. Nirxê Ampêra 24 demjimêran li Qamişlo bû 45 dolar