Erdogan: Hilweşandina HSDê derî li pêş qonaxeke nû li deverê vedike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku hilweşandina HSDê derî li pêş qonaxeke nû li deverê vedike û ew Sûriyeyeke yekgirtî bi hemû pêkhateyên wê dixwazin.
Erdogan dema vegerê ji Qirxîzistan piştî beşdariyê di Lûtkeya Şengehay ya Hevkariyê de ji rojnamevanan re da zanîn ku hilweşandina HSDê derî li pêş qonaxeke nû li deverê vedike û divê rûpela teror, çek û tundûtûjiyê bi dawî bibe.
Li gorî Erdogan, ew dixwazin Sûriyê yekgirtî û giştgir be bi hemû pêkhateyan xwe, ku ew tiştekî giring eji bo geşepêdana domdar û avakirina karînan.
Derbarê çekdanîna PKKê jî, Receb Teyib Erdogan got: divê PKKê bi awayekî piraktîk dest ji çekan berde ji bo bicîkirina yasaya taybet bi nexşerêya “Turkiyeya Bê Teror”.