Girkê Legê.. Karkerên Kompaniya Cizîrê derketin xwepêşandanê û rê girt

Girkê Legê.. Karkerên Kompaniya Cizîrê derketin xwepêşandanê û rê girt
Girkê Legê.. Karkerên Kompaniya Cizîrê derketin xwepêşandanê û rê girt

Welat TV - Hewlêr

Karkerên Kompaniya Cizîrê ya petrolê rê li pêş tevgera tankerên petrolê li gundewarê Girkê Legê girt.

Îro karkerên Kompaniya Cizîrê ya petrolê rê li pêş tevgera tankerên petrola xav li duriya Er’ûr li gundewarê Girkê Legê tayer şewitandin û rê girt.

Karkeran nerazîbûna xwe diyar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku wan vegerînin ser karê wan.
 
Duh jî karkerên Kompaniya Cizîrê rê li pêş tevgera tankerên petrolê li duriya Tirbespiyê li ser rêya navdewletî li rojhilatê Qamişlo girtibû.

Berî çend rojan cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ji Welat Tv re ragihandibû ku girêbesta Kompaniya Cizîrê ya bi ser HSD ve bi dawî bûye û ew piştî bidawîbûna piroseya tevlîbûnê nema petrola xav didin wê kompaniyê.