Hîlalî: Hilweşandina HSD gaveke giring bû ji bo bilezkirina proseya tevlîbûnê

Hîlalî: Hilweşandina HSD gaveke giring bû ji bo bilezkirina proseya tevlîbûnê
Hîlalî: Hilweşandina HSD gaveke giring bû ji bo bilezkirina proseya tevlîbûnê

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê Parêzgarê Hesekê ragihand ku hilweşandina HSD gaveke giring bû ji bo bilezkirina proseya tevlîbûnê û ne ji bo ragihandna bidawîhatina proseyê bû.

Ehmed Hîlalî ev yek ji kenala fermî ya Sûriyê ragihand û got ku proseya tevlîbûnê berdewam e û pêwîstî bi demê heye ji ber hejmarek rêkarên îdarî.

Her weha da zanîn ku hêzên leşkerî yên HSD qonaxên baş derbas kirine û niha li jêr sîbera Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ne û zêdetirî 9000 nav ji HSD berbijêr in ku tevlî hêzên ewlekariyê bibin:

"Endamên hêzên ewlekariyê yên Hesekê ji xelkê deverê û endamên Asayişê ne û Rêveberiya Ewlekariya Qamişlo hatiye amadekirin û di rojê bê de dê were vekirin".

Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed Hîlalî diyar kir jî ku ew niha rewşa ewlekariyê li parêzgehê baş dikin û hêzên Ewlekariya Navxwe bê tu astengî derbasî bajêr bûn.