HSD çekên giran radestî wezareta Berevaniyê ya Sûriyê dik
Welat TV - Hewlêr
Di çarçoveya rêkeftina tevlîbûnê ya 29 Çileyê de HSD çekên giran radestî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê kirin.
Li gorî dîmenên hatî belavkirin, Îro Pênşemê HSD piştî ragihandina hilweşandinê çekên giran li parêzgeha Hesekê radestî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê kir.
Duh jî cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê Tîma serokatiya Sûriyê Ehmed Hîlalî dabû zanîn ku hilweşandina HSD gaveke giring bû ji bo bilezkirina proseya tevlîbûnê û ne ji bo ragihandna bidawîhatina proseyê bû.
Got jî ku proseya tevlîbûnê berdewam e û pêwîstî bi demê heye ji ber hejmarek rêkarên îdarî.
Roja 25ê Tebaxa bûrî, fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji Koşka Serokatiyê li Şamê, ragihand ku HSD di çarçoveya rêkeftina bi Hikûmeta Sûriyê re hat hilweşandin û hêz û dezgehên wê tevlî dezgehên dewletê bûn.