Siwêda.. Atif Hinêdî piştî rexneya li Hecerî hate revandin

Siwêda.. Atif Hinêdî piştî rexneya li Hecerî hate revandin

Welat TV - Hewlêr

Kesayetiya civakî Atif Hinêdî li Siwêydayê hate revandin, jêderên xwecihî jî dibêjin grûpên ser bi şêx Hikmet Hecerî ve 
ew revandiye.

Jêderên Xwecihî da zanîn, Piştî ku Atif Hênêdî bersiva daxuyaniya Serokê rûhî yê durziyan Hikmet Hecerî da û got Durzî ne beşek in ji Israîlê, ew ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Hecerî ve, hate revandin.

Li gorî jêderên xwecihî, grûpên çekdar ên ser bi Hikmet Hecerî ve bi bombeyên destî êrîşî mala Kesayetiya civakî Atif Hinêdî li gundê Mecdel ê Siwêydayê kir û ew bo cihekî nediyar bir.

Beriya niha Serokê ruhî yê Durziyan di daxuyaniyekê de gotibû ku durzî beşek in ji Israîlê û ew di bin parastina wan de dijîn. 

Atêf Hinêdî yek ji kesayetiyên ku dijatiya rêjîma Esed dikir û di gelek xwepêşandanên li dijî wî de beşdar dibû.