Xêrxwaziya Barzanî dermanxaneyek taybet li Qamişlo vekir
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dermanxaneyek li Qamişlo vekir û rojane bi dehan welatî jê sûdmend dibin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku nivîsgeha wê ya Qamişlo dermanxaneyeke taybet vekir bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyên tenduristî.
Her weha diyar kir ku dermanxane taybet e bi pişkinîn û pêşkêşkirina derman û çareseriyê bo nexweşan li Qamişlo.
Xêrxwaziya Barzanî da zanîn jî ku ev dermanxane, rojane xizmetguzariyan pêşkêşî bi dehan welatî dike.
Vekirina dermanxaneyê beşek e ji hewl û çalakiyên mirovî yên berdewam ên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo piştgiriya xelkê deverê, di warên cuda de.