Balafirvanekî leşkerî yê Rêjîma Esed li Helebê hate girtin
Welat TV - Hewlêr
Ewlekariya Navxwe li Helebê girtina balafirvanekî leşkerî yê berê yê hêzên Rêjîma Esed ragihand.
Ewlekariya Navxwe li Helebê diyar kir ku di çarçoveya hilmetekê de ji bo girtina kesên ku tawan li dijî sivîlan encam dane hêzên wê balafirvanekî leşkerî yê hêzên Rêjîma Esed li Helebê girtiye.
Ewlekariya Navxwe li Helebê got, niha lêkolîn û lêpirsîn li gel wî balafirvanî tên kirin da ku hemû çalakiyên wî yên serdema Rêjîma Esed werin naskirin û diyarkirin.
►Her weha bixwîne.. 2 efserên rêjîma hilweşandî li Laziqiyê hatin girtin