120 hezar ji Libnan Turkiyê vegeriyane Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Ji destpêka salê ve nêzîkî 120 hezar welatiyên Sûrî di 2 dergehên sînorî bo Turkiyê û Libnanê re bi dilxwazane vegeriyane cih û warê xwe.
Desteya giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê ragihand ku di 8 mehên bûrî de, bêtirî 73 hezar welatiyên Sûrî bi rêya dergehê Selame yê hevsînorî bi Turkiyê re, bi dilxwazane vegeriyane cih û warê xwe.
Her weha di wê demê de, 46 hezar û 485 welatiyên Sûrî bi rêya dergehê Cideydit Yabûs ê hevsînorî li gel Libnanê, bi dilxwazane vegeriyane.
Li gorî dawîn amarên Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan, ji Berçileya 2024an ve û piştî hilweşandina rêjîma Esed ta niha yek milyon û 795 hezar û 641 penaberên Sûrî vegeriyane.