Sibe beşek ji cotkarên Kobaniyê pereyan werdigirin

Sibe beşek ji cotkarên Kobaniyê pereyan werdigirin

Welat TV - Hewlêr

Beşek ji cotkarên devera Kobaniyê yên ku genimê xwe radestî sayloyên genim ên hikûmetê kirî, pereyan werdigirin.

Devera Kobaniyê lîsteyên navên cotkarên ku sibe dikarin pereyên radestkirina genim werbigirin belav kirin û diyar kir ku ew lîste cotkarên ku genim 29ê Hezîrana bûrî radest kiribû li xwe digire.

Li gorî devera Kobaniyê ew cotkar dikarin li 2 cihan pereyan wergirin, yekem cih li filkeya Sebi´ Behrat li Helebê ye û duyem cih li nivîsgeha Kobaniyê ya banka çandinî ya hevkarî li Helebê ye.

Devera Kobaniyê diyar kir ku divê cotkar nasnameya xwe û kopiyeke wê bi xwe re bînin ji bo wergirtina pereyan.