Rewşa Koçberkiriyên ku vegeriyane Til Temirê xerab e û banga alîkariyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Rewşa Koçberkiriyên ku vegeriyane malên xwe li Til Temrê xerab e û banga alîkariyê dikin.
Piştî vegera koçberkiriyan bo warê xwe li gundên Bakur Rojavayê Til Temrê malên xwe wêranbûyî dîtin û niha di rewşeke xerab de dimînin.
Her weha koçberkiriyên ku vegeriyane malên xwe, ji ber hebûna paşmayên şer û mayînan bi gilî û gazinin û banga vekirin û paqijkirina rêyên ku diçin nava gundan dikin.
Sala 2019an, dema Turkiyê û grûpên bi ser ve derbasî Serê kaniyê û Girê Spî bûn, hin gundên Til Temirê jî kontirol kirin û xelkê wan gundan hatin koçberkirin.
Di 7 salên bûrî de, ew koçberkirî di mercên zehmet de li bajar û kampên devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas dikir.