Wezareta Pêşmerge bi fermî yekirina hemû hêzên Pêşmerge ragihand
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi fermî yekirina hemû hêzên Pêşmerge ragihand.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de îro da zanîn ku ew bi şanazî serkeftina proseya yekirin û dubare rêxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de radigihînin.
Wezaretê got ku piştî salên dirêj ji xebat û keda berdewam û bi hevkarî li gel fermandarên hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge, wan hemû berbest û pirsgirêk derbas kirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku îro hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge di çarçoveya proseyeke leşkerî ya pilankirî de hatin yekirin û hemû hêz li ser asta yek fermandariyê hatin rêxistin, ku lîwa, firqe û fermandariyên deveran li xwe digire.
Daxuyaniyê got jî ku fermandariyên herdu deverên leşkerî dê bi fermî dest bi karê xwe bikin û Herêma Kurdistanê dê xwedan artêşeke yekgirtî û serdemî be di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de.
Wezaretê da zanîn ku ev destkefta mezin berhema piştevaniya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî û rola giring û mezin a hevpeymanan bi fermandariya Emerîka ye.
Di dawiyê de, Wezareta Pêşmerge piştgirî û hevkariya hevpeymanan bilind nirxand û bang li wan kir ku di piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam bin.