Teqînek di embareke çek û teqemeniyan de li Gundewarê Şamê çêbû
Welat TV - Hewlêr
Dengê teqîneke bihêz, derengiya şeva bûrî li devera Dimêr li Gundewarê Şamê hat bihîstin, medyaya fermî ragihand ku ew teqîn di embareke çek û teqmeniyên kevin de bû.
Medyaya Fermî ya Sûriyê ragihand, teqîna ku li Dimêr hat bihîstin, di embareke çek û teqemeniyên kevin de ên paşmayên rêjîma hilweşandî de bû, ew çek ji bo jinavbirinê hatibû amadekirin.
Jêderê got tu kes di teqînê de birîndar nebûye û ziyan bi tenê madî ne.
Ji aliyê xwe, hin jêderên xwecihî da zanîn, berî teqînê dengê dronekê li deverê hat bihîstin, ta niha aliyên fermî tu daxuyanî li ser wê teqînê belav nekirine.