Şêwirmenda Karûbarên Jinan a Sûriyê û Seroka Encûmena Bilind a Kurdistanê civiyan

Şêwirmenda Karûbarên Jinan a Sûriyê û Seroka Encûmena Bilind a Kurdistanê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Şêwirmenda Karûbarên Jinan li Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Sûriyê û Seroka Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu aliyan de gotûbêj kir.

Şêwirmenda Karûbarên Jinan li Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Sûriyê Necah Hêvo û Seroka Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xanzad Ehmed li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de bihêzkirina hevkarî û pêwendiyan di navbera Sûrriyê û Herêma Kurdistanê de di warê piştevanioya jinan û avakirina karînên wan, herweha wergirtina sûdê ji ezmûna herêma Kurdistanê di vî warî de gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û bihevguhertina nerînan bi awayê ku têkeve xizmeta jinan de, kir.