ENKS daxwaza lêkolîneke zelal û serbixwe di bûyerên Kobaniyê de dike
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kir ku lêkolîneke zelal û serbixwe di bûyerên Kobaniyê de veke.
Xwecihiya Kobanî ya ENKS di daxuyaniyekê de got, ew bi tundî tawana kuştina Sîpan Hiznî şermezar dike, her weha tekez kir ku çareserkirina tawan û binpêkirinan bi rêya yasayê tê, ne bi rêya tolvekirin û tevlîheviyê.
Xwecihiya Kobanî ya ENKS got jî, xwepêşandanên aştiyane mafekî rewa ne û ew her kiryareke dijî daxwazên gelêrî ji girtin û serkutkirinê red dikin. Her weha got, ew derbasbûna hêzên Hikûmetê bo nava bajêr li gel bangên bi dirûşmên tayifî û gefên tolvekirinê, red dikin.
Xwecihiya ENKS da zanîn ku ew Hikûmetê berpirs di ber parastina sivîlan û gerentîkirina ewlehî û aştiya civakî de dibîne, û jê daxwaz dike ku lêkolîneke zelal û serbixwe veke, derbarê tawana kuştina Sîpan Hiznî, ta şewata zîndanê û hebûna qurbaniyan, û serederiya hêzên Hikûmî li gel xwepêşandanan, û her kesê berpirs were sizadan.
Di dawiyê de ENKS, bang li xelkê Kobaniyê kir ku palpişt bin ji aştiya civakî re, û tekez kir ku ji bo parastina bajêr û xelkê wê pêwîst e asta girjiyan neyê bilindkirin û berê xwe bidin yasayê, dûrî zimanê tolvekirin û handanê.