Li Kobaniyê şîna giştî hate ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Kobaniyê şîna giştî bo du rojan hate ragihandin.
Îro li bajarê Kobaniyê, şîna giştî ji bo qurbaniyên şewata zîndanê hate ragihandin, û li bazarê dukan hatin girtin, tevgera çûnûhatinê jî li tevaya bajêr rawestiya.
Biryar e sibe duşemê merasîmên bixakspartina 9 qurbaniyên ku di şewata zîndana Kobaniyê de canên xwe ji dest dan, bi rê ve biçin.
►Her weha bixwîne:
►Di şewata zîndana Kobaniyê de 26 bûne qurbanî
►ENKS daxwaza lêkolîneke zelal û serbixwe di bûyerên Kobaniyê de dike
►Ewlehiya Navxwe li Helebê: Me lêkolîn di şewata zindana Kobaniyê de vekiriye